Rojava News: Artêşa rêjîma Sûriyeyê gelek deverên bajarê dîrokî Palmîra ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin, vegerandin
Rêveberê parêzgeha Humsê Telal El-Berazî ji AFP re diyar kir ku artêşa rêjîma Sûriyeyê hin deverên bajarê dîrokî Palmîra yê girêdayî parêzgehê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibin dagirkirin piştî pevçûnên dijwar di navbera herdû aliyan de hate vegerandin.
Berazî destnîşan kir ku artêşê girê li hemberî Palmîra û burcê telefizyonê yên li rojavayê bajêr vegerandine. Her wiha benda kontrolê ya dikeve bajêr jî piştî pevçûnên dijwar ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatiye derxistin.
Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê duh aliyê bakur ê bajarê Palmîra piştî pevçûnên dijwar bi hêzên rêjîmê re dagirt kir. Di van pevçûnan de jî li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê 29 çete hatin kuştin û 47 endamên rêjîmê jî hatin kuştin.
Hêjayî gotinê ye, bajarê Palmîra xwedî cihekî stratîjîk e û di nîvê Sûriyeyê de ye û gelek şûnwarên dîrokî û kevnar têde hene û di tevahî cîhanê de wekî cihekî girîng tê naskirin.
