Tedmur: Şer û pevçûn didomin

Tedmur: Şer û pevçûn didomin

Rojava News: Şer û pevçûnên di navbera hêzên Rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê li derdora bajarê Tedmur Palmîra a Humsê didome.

Li bakurê Tedmurê di navbera rêxistina terorîstî DAIŞ’ê û leşkerên Rêjîmê de şer derket. Hêzên rêjîmê jî herêma şer topbaran kir.

Li gor agahiyan encama topbaranê de terorîstên DAİŞê neçar man ku ji herêmê vegerin.

Li derdora bajarê Tedmur di pevçûnan de fermandarekî hêzên rêjîmê hate kuştin, li derdora bajarê Tedmurê de jî şer û pevçûn hîn berdewame.

Li nêzî geraca kevin a li bajarê bajarê Tedmurê hewanek ket û kesekî sivîl jiyana xwe ji dest da û birîndar jî gelekin tevî jin û zarokan.

Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan ya ku navenda wê Londonê ye;  ji destpêka êrîşa terorîstê DAIŞ’ê ya li ser bajarê herêma Tedmur(Palmêra) û bajarokê Suxnê yên Humsê û 123 leşkerên Rêjîmê û hêzên alîgirên wan û 115 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.