Rojava News: Piştî 4 salan ji şer û pevçûnan, hêzên dijbereya Sûriyê, bi navê Arêşa El-Fetih gundê El-Mestûme, yê ser bi bajarê Idlibê, li bakur û rojavayê Sûriyê, kontrol kirin.
Hêzên artêşa sûrî gellek komkujî li van navçeyan pêk anîn. Lê piştî rizgarkirina herdu bajarên Idlib û Cisr El-Şixûr, rê li ber dijbereyê vebûn ku şikestineke mezin bigihînin artêşa sûrî. Êdî ji nû ve, beriya mehekê wan dest bi vî şerê dawiyê kir.
Girîngiya El-Mestûme ji wê yekê tê ku leşkergeheke mezin bi navê (Leşkergeha Mirinê) li wê derê hebû.
Ev leşkergeh dawîtirîn baregeha artêşa Sûriyê bû, li herêma Idlibê, ku dibe rê ji hêzên dijbereyê re ber bi rojavayê Sûriyê ve xweş bike. Ev yek jî, li gorî gotina çekdarên dijbereyê, metirsiyeke mezin e li ser herêmên alîgirên rejîmê.
Tê pêşbînîkirin ku hêzên dijbereyê bi hêvî ne ji wê deverê berê xwe bidin bajarê Erîha, ku hêzên artêşa sûrî li wê derê bicih bûne, ji bo berevaniyê di ber xwe de bikin, lê Ebû Ubeydel-Hemwî, ku serkirdeyekî Artêşa El-Feth e got: “Armanca me ya dawiyê em şer biguhêzin hundirê navçeya rejîmê, li Laziqiyê.”
Ji sala 2011an ve hêzên dijbereyê hewl didan ku gundê El-Mestûme kontrol bikin, lê ji nû ev armanca wan pêk hat.
