Rojava News: Rêxistina DAIŞê di yekemîn roja desthilatdariya xwe ya li bajarê dîrokî yê Tedmurê (Palmîra) de, 17 leşkerên Sûriyê ku êxsîr kiribûn, bi dar vekir.
Ajansa nûçe ya Almaniyayê, Deustche Welle ji zarê Ruwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandiye, çekdarên DAIŞê rojekê piştî girtina bajarê Tedmurê, 17 çekdarên Sûrî li darê dane.
Li gor vê nûçeyê wê grûpê ji hefteya borî ve heta niha 66 kes li navçeya Tedmurê li sêaeyê daye.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihandiye ku, piraniya kesên ku hatine îdamkirin, serbazên artêşa Sûriyê ne yan jî alîgirê rêjîma Serokomarê wî welatî Beşdar Esed in, ku piştî girtina bajarê Tedmurê weke êxsîr ketibûn destê DAIŞê.
Bajarê Tedmur ku navê dîrokî yê wê Palmîra ye, duh piştî ku hêzên artêşa Sûriyê li bajar vekişandin, ket bin kontrola DAIŞê.
Di şer û pevçşnên çend rojên pêştir ên di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de 120 serbazên rejîma Suriyê hatibûn kuştin.
