Rojava News: Odeya operasyonan a Ceyş El-Fetih ku ji çend ketîbeyên dijbereya Sûriyê pêk tê nexweşxaneya Cisir El-Şixûr li Idlibê kontrol kir.
Li gorî zanyariyan, îro çekdarên Cebhet El-Nusra ligel çend ketîbeyên din ên dijbereya Sûriyê karîn nexweşxaneya Cisir El-Şixûr ku bêtirî 150 kesan ji hêzên Hikûmeta Sûriyê tê de bûn kontrol bikin.
Li gorî çalakvanên dijbereyê, beşek ji leşkerên Artêşa Sûriyê yên ku di nexweşxanyê de dorpêçkirî bûn karîn birevin lê beşekî din ji wan hat kuştin û hin kes ji wan jî ketin di destê çekdarên dijbereyê de.
Bajarê Cisir El-Şixûr di 25ê meha borî de ketibû di destê hêzên dijbereya Sûriyê
