Rojava News: Hikûmeta Îranî ji destpêka kirîz Sûriyê ji sala 2011 heta niha bêhtir ji 6 milyar dolar wek alîkarî dane rêjîma Beşar Esed.
Çend çavkaniyên diplomasî agahdar taybet ji BasNews re ragihandin, heta niha Îran bi xurtî piştevaniya rêjîma Esed dike û dixwaze li ser deselatê bimîne û gotin: “Heta niha Îranê 6 milyar dolar wek alîkarî dane rêjîma Esed û her ku kirîza wî welatî didome û giran dibe Îran jî alîkariyan pir dike.”
Li gorî wan çavkaniyan, Îran bi xurtî piştevaniya Esed û rêjîma wî dike da ku deselata xwe li wî welatî xurbike û herwiha karên cidî dike ku hêzên li dijî Esed bê hêz û lawaz bike û dixwaze samên Sûriyê beramber wan pereyan têxe bin kontirola xwe, wan çavkaniya wiha behs ji BasNew re kirin: “Îran bi dana wan qaseyên pereyan deselata xwe li Sûriyê bi cî dike ji ber hikûmeta Sûriyê nikare wan pereyan vegerîne bi taybet di vê rewşê de.”
Li gore raportên Neteweyên Yekbûyî nêzîkî 12.2 milyon kes di nav wande 5.6 zarokin û pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye li Sûriyê, herwiha li gorî wan raportan di destpêka kirîzê heta niha bêhtir ji 220 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û ev hejmar herdem di zêdebûnê deye bi sedema berdewamiya nearamiyê li wî welatî û li gorî UN bêhtir ji 6.5 milyon kes li Sûriyê bê xanî ne û bêhtir ji 3 milyon welatiyên Sûriyê li dervî welat penaberin.
