Rojava News: Rêxistina DAIŞê 217 welatiyên sivîl li Tedmurê îdma kirine.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku rêxistina DAIŞê di heyama 9 rojên borî de 217 welatiyên sivîl li Tedmura Humsê îdam kirine.
Rewangehê tekez kir ku rêxistinê li gelek deverên cuda li gundewarê Humsê ji 16 gulanê ve, 67 welatiyên sivîl û 150 ji leşkerên rejîma Esed îdam kirine.
