DAIŞê nêzîkî sînorê Tirkiyê dibe

DAIŞê nêzîkî sînorê Tirkiyê dibe

Rojava News: Çekdarên DAIŞê çend navçeyên din li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê girtin.

Li gor çalakvanên Sûriyê, çekdarên DAIŞê duh bajarokê Soran û 2 gundên li kêleka wê yên girêdayî bajarê Izazê li parêzgeha Helebê, ku di destê rêxistina radîkal a bi navê Cebheya Îslamî de bûn, derxistin.

Bi vê yekê jî çekdarên DAIŞê dikarin berê xwe bidin deriyê sînorî yê Bab Elselame yê ku di navbera parêzgeha Helebê (Sûriye) û parêzgeha Kilisê (Tirkiye) de ye.

Çekdarên Cebheya Îslamî derbarê pêşdeçûna DAIŞê de gotine ku kontrolkirina bajarokê Soran ji aliyê DAIŞê ve derbek mezin e ji bo wan , ji ber ku ew bajarok li ser xeta alîkariyên ku ji bo rojhilatê Helebê tên veguhestin, dikeve.     

Çalakvanên Sûriyê diyar kirin ku dibe ku çekdarên DAIŞê di çend rojên bê de berê xwe bidin bajarê Izazê ku 10 kîlometran li bakurê rojhilatê bajarokê Soran dikeve.