Rojava News: Rewangeha Sûriyê: “Rêjîm bi hemî tawanên di zindan û girtîgehan de agahdare.”
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku Li Sûriyê di meha Gulana borî de 84 kes di bin işkenceyê de, di zindan û girîgehên rêjîm û mixalefetê de mirine.
Li gorî raportekê ji aliyê Rewngeha Sûriyê ve 82 ji wan kesan di zindanê rêjîmê de bûn û yek di zindanê “Eniya Elnusera” û yekî din jî li cem hêzek din ya mixalefetê bi işkenceyê canê xwe ji dest daye.
Ji qurbaniyên işkenceyê xwendevanê zanîngehan û 2 medyakar jî hene ku ew jî evin: (Ebdela Miqdad û Mihemed Ehmed Elfelah) ji bilî zarokekî û pîremêrekî.
Li gorî raportê kuştina di bin işkenceyê de ji sala 2011 de bê rawestandin berdewame û “Ev belgeyekî girînge li ser hovetiya rêjîma Esed e”
Li gorî Rewangehê kuştina ev hejmara mezin mehane di bin işkenceyê de delîlê ku ev siyasetek Hikûmeta Sûriyê ye û hemi dezgehên wê agahdarê van kiryaran e û ev di kevin bin “(Kiryarên dijî mirovatiyê) û kiryarê cengî.”