DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe

DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe

Rojava News: Rêxistina DAIŞê ferman daye malbatên kurd ên ku heta vê demê li gundên başûrê rojhilatê Kobanî û li rojavayê bajarokê Girê Spî mabûn, koçberî Tedmur yan welatê Tirkiyeyê bibin û ji sînorên parêzgeha Reqayê derkevin.

 

Ji ber tirsa ji DAIŞê, bi sedan ji wan malbatan ji gundên xwe bar kirin û ber bi herêma Kobanî û Bakurê Kurdistanê ve koçber bûn.

 

Berpirsekî Tirkiyê jî ragihand ku di nava herdu rojên borî de 3 hezar û 337 welatiyên Sûriyê derbasî welatî wî bûne.

 

Sedema ku ew malbat piştî dagîrkirina çekdarên DAIŞl li wê herêmê mabûn ew bû ku, ew çekdar bê şer li wir pêşde hatibûn û nehiştibûn ku ew malbat birevin, lê niha bi zorê bera wan malbatan dan.

 

Li gor zaniyariyan, hêzên YPGê niha ber bi bajarokê Eyin Îsa yê girêdayê Reqayê ve pêşve diçin.