Ewropa pêşwazî li 20 hezar sûrî dike

Ewropa pêşwazî li 20 hezar sûrî dike

Rojava News: Welatên Yekîtiya Ewropayê li ser daxwaza Komîsyona Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve wê di nava 2 salên bê de mafê penaberiyê bidin 20 hezar welatiyên din ên Sûriyê.

 

Komîsyona Penaberan berî niha dxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê kiribû ku hejmareke zêdetir ya penaberên Sûriyê werbigirin.

 

Ev daxwaz di demekê de ye ku roj bi roj hejmara penaberên Sûriyê li derve zêde dibe.

 

Berî 2 rojan, Rêkxistina Çavdêrîkirina Mafên Mirovan, Human Raights Watck rexne li Hikûmeta Urdunê kir ku sînorên xwe li ber penaberên Sûriyê girtine.

 

Herwiha aşkere kir ku bi sedan penaberên Sûriyê li ser sînorê Urdunê di biyabanê de asê mane.

 

Li gor Neteweyên Yekbûyî, hejmara penaberên Sûriyê li welatên derdorê gihiştiye nêzîkî 5 milyon kes, herwiha nêzîkî 10 milyon kes jî li hundirê Sûriyê koçber bûne.