Rojava news: Eniya Nûsrayê 25 leşkerên rejimê yên hewl didan ku bi dizîka ve bikevin kampa penaberan a Yermûkê, kuştin.
Hat ragihandin ku 25 leşkerên rejimê yên hewl didan ku bikevin kampa penaberan a Yermûkê ya ku li başûrê Şama paytextê Sûriyeyê cî digire û ji 3 salan zêdetir e ku ji aliyê leşkerên rejimê ve jî hatiye dorpêçkirin, hatin kuştin.
Fermandarê sahayê yê Eniya Nûsrayê yê ku nexwest navê xwe bişîne daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku 50 leşkerên rejimê yên ku di nav wan de hêzên Eknaf Beyt el-Maqdîsê filistînî jî hene, hewl dan ku bikevin Kolana Yermûkê, Qada Recayê û Kolana 30yemîn a ku dikeve bakurê rojavayê kampa penaberan a Yermûkê.
Fermandar got ku 25 leşkerên rejimê yên hewl didan ku ji aliyê bakurê rojava bikevin kampa Yermûkê hatin kuştin û wiha axivî: "Hêzên Esed û hêzên filistînî yên hewl didan ku bikevin kampê hebûn. Di dema ketinê de pevçûn derket. Pevçûnên di navbera aliyan de 6 saetan berdewam kir. Rejimê leşkerên ku hatin kuştin ji cihê bûyerê derxistin."
Fermandar got ku Eniya Nûsrayê û Ehrarû Şamê di pevçûnan de li Yermûkê hêzên Esed têk bir, rejim ji leşkergeha Sûfyan es-Sewrî bi tank û topên hewanê eletexmînî gule barandin herêma Yermûkê.
