Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê beşadarî Kongereya Qahîreyê nabe

Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê beşadarî Kongereya Qahîreyê nabe

Rojava news: Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî li Kongreya Qahîreyê amade nabe. Lê Rêveberiya Demokratîk amade dibe.

 

Endamê Desteya Giştî di Îtîlafa Niştimanî Hewas Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku Îtîlaf li kongreya Qahîreyê rojên 8-9 û 10ê Hezîranê amade nabe, lê tenê kesayetiyên endam di Îtîalfê de bi navê xwe beşdar dibin.

 

Xelîl ji Rûdawê re got: “6 sekreterên partiyên ENKS ligel 4 kesayetiyên endamên Frakisyona Kurdî di Îtîlafê de hatine vexwendin ji bo amade bibin.”

 

Endamê Nûneriya Kantonên Rojavayê Kuridstanê Fethulla Huseynî ji Rûdawê re ragihand ku “Vexwendin ji bo Kongreya Qahîreyê bi navê Rêveberiya Demokrat û bi navê partiyan, hatiye.”

 

Huseynî got: “20 kesayetiyên Rêveberiya Demokratîk û partiyên Rojava ligel çend kesayetiyên serbixwe gihiştine Qahîreyê ji bo li Kongreya Qahîreyê amade bin.”

 

Li gorî Huseynî armanca sereke ji vê kongreyê ew e ku rawêjkarî û hevahengî di navbera aliyên dijbereya sûrî de pêk bê.