De Mistura daxwaza destêwerdana leşkerî li Sûriyê dike

De Mistura daxwaza destêwerdana leşkerî li Sûriyê dike

Rojava News: Şandeyê Navdewletî yê Taybet li Sûriyê daxwaz ji Amerîka dike ku, karekî leşkerî li Sûriyê encam bide.

 

Li gor rojnameya (The Daily Beast) a amerîkî, di civînekê de ligel aliyên mixalefeta Sûriyê roja Îna borî, Şandeyê Navdewletî yê Taybet Staffan De Mistura daxwaz kir ku Esed ji ser desthilata Sûriyê rabe, ji bo gehiştin bi çareseriyeke siyasî.

 

Ev yekemîn car e ku Staffan De Mistura daxwaza çûna Esed dike, berî niha jî ji aliyê mixalefetê ve bi nêzîkbûna ji rejîmê dihat tohmetbarkirin.

 

De Mistura daxwaz ji Amerîkayê jî kiriye ku “guh nede” biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî û karekî leşkerî bo jinabv birina Esed destpêbike.

 

Ji aliyê xwe ve, Mune Cundî ku beşdarî civîna mixalefet û De Mistura bibû, ragihand ku guhertineke berçav di helwesta Şandeyê Navdewletî de ji rejîma Esed çêbûye.

 

Mune Cundî ragihandiye ku, De Mistura di hevdîtinên xwe de tekez kiriye ku, bêyî guvaşeke leşkerî Esed naçe.