Rojava News: Şer û pevçûnên di navbera hêz û alîgirên rejîma Esed û çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de li başûrê bajarê Hesekê berdewam in, heta niha jî “48” çekdarên rêxistina navborî hatine kuştin.
Li gor daxuyaniyeke Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovanê, hêz û firokeyên rejîma Esed çekdarên DAIŞê neçar kirin ku vekişin, niha jî şer û pevçûn li derdora girtîgeha zarokan û kompaniyaya elektrîkê berdewam in.
Roja 30 Gulana borî, çekdarên DAIŞê ji aliyê başûr ve êrîşa li ser Hesekê destpêkirine, niha jî girtîgeha zarokan û kompaniyaya elektrîkê (2 K.M dûrî navenda bajêr), gundê Dawdiyê û çend navçeyên din jî ketine dest çekaran de
