Artêşa Azad dixwaze DAIŞ li Hims nemîne

Artêşa Azad dixwaze DAIŞ li Hims nemîne

Rojava News: Artêşa Azad a Sûriyê gundewarên bakurê Himsê weke navçeyeke paqij ji çekdarên DAIŞê ragihand.

 

Piştî 2 rojan ji dorpêçiya li ser navendên DAIŞê li gundewarên bakurê Himsê, Artêşa Azad êrişî wan navendên DAIŞê kirin û bi temamî ew navçe kontrol kirin.

 

Çavkaniyên ji nava Artêşa Azad ragihandin ku di encama wê êrişê de, bi dehan ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin.

 

Herwiha çavkaniyên xwecihî li gundewarên Himsê diyar kirin ku, di nava çend mehên derbasbûyî de çekdarên DAIŞê dixwestin ku li gundewarên Himsê desthilata xwe berfereh bikin û çendîn gund û bajarokan bixin bin kontrola xwe de, lê piştî operasyona Artêşa Azad ew navçe bi temamî ji çekdarên DAIŞê hate paqijkirin.

 

Heman çavkaniyan diyar kirin ku li bajarokê Zehferanê li gundewarên Himsê ziyaneke mezin li DAIŞê bû û hejmareke mezin ji çekdarên wê grûpê hatin kuştin.