Rojava News : Tê gotin, Îran her sal derdora 6 milyar dolar heta 15 milydar dolar alîkariya rêjîma Sûriyê dike.
Pispor û rêveberê Navenda Lêkolînên Rojhilatê Deryaya Spî, Nedîm Şehadî ji televîzyona Bloombergê re gotiye, Îranê di heyama salên 2012 û 2013ê de derdora 15 milyar dolar alîkarî daye hikûmeta Beşar Esed.
Wî pisporî diyar kiriye ku ew alîkarî herî zêde di warê leşkerî û aborî de bûne.
Nûnerê Netewên Yekbûyî di karûbarên Sûriyê de, Stephan de Mistura jî ragihandiye, li gorî texmînên wan Îran salane 6 milyar dolar ji rêjîma Sûriyê re xerc dike.
