Rojava news: Tê gotin, Îran her sal derdora 6 milyar dolar heta 15 milydar dolar alîkariya rêjîma Sûriyê dike.
Pispor û rêveberê Navenda Lêkolînên Rojhilatê Deryaya Spî, Nedîm Şehadî ji televîzyona Bloombergê re gotiye, Îranê di heyama salên 2012 û 2013ê de derdora 15 milyar dolar alîkarî daye hikûmeta Beşar Esed.
Wî pisporî diyar kiriye ku ew alîkarî herî zêde di warê leşkerî û aborî de bûne.
Nûnerê Netewên Yekbûyî di karûbarên Sûriyê de, Stephan de Mistura jî ragihandiye, li gorî texmînên wan Îran salane 6 milyar dolar ji rêjîma Sûriyê re xerc dike.
Tê gotin ku ev alîkarî herî zêde di demekî de hatine kirin ku dorpêça aborî ya li ser Îranê di asta herî tund de bûye.
Jixwe Îran her gav bi eşkere dibêje ku ew heta dawiyê pişta rêjîma Sûriyê digire û ti carî jî ev siyaseta Tehranê li hember Şamê nayê guhertin.
Herî dawî Îranê bi hezaran pasdar û milîsên xwe şandiye Sûriyê ji bo ku di şerê DAIŞê de pişta rêjîma Sûriyê bigirin.
Fermandeyê hêza Quds a pasdarên Îranê Qasim Sulêymanî jî, ku rasterast girêdayî rêberê Îranê ye, niha li Sûriyê ye.
