Nusra 20 rêwiyên kurd yên Efrînê berda

Nusra 20 rêwiyên kurd yên Efrînê berda

Rojava News: Hat zanîn ku 20 rêwiyên Efrînî yên ku dawiya meha Gulana îsal ji aliyê çekdarên rêxistina Cebhet el Nusrayê (baskê El Qaîdê li Sûriyê) ve hatibûn girtin, hatine berdan.

 

Li gor zanyariyan çekdarên Cebhet el Nusra di heyama du rojên borî de 20 kes ji wan rêwiyên ku beriya niha li parêzgeha Idlibê girtibûn, berdane.

 

Beriya du hefteyan 60 rêwiyên Efrînî ku ji bajarê Efrînê diçûn Helebê, li nêzîkî bajarê Idlibê ji aliyê çekdarên Cebhet el Nusrayê ve hatibûn revandin.