Sûriyê: Heta niha 230 hezar û 618 kuştî hene

Sûriyê: Heta niha 230 hezar û 618 kuştî hene

Rojava News:  Li gorî çavkaniyên rêxistinên mafên mirovan ku amarên qurbaniyên şerê Sûriyê belge dikin, hejmara kuştiyên Sûriyê ji nîvê Adara 2011an ve, gihîştiye zêdetirî 230 hezar û 618 kesan.

 

Li gorî amaran, ji vê hejmara kuştiyan, 69 hezar û 494 kes sivîl in.

 

Di nava kuştiyan de, 41 hezar û 116 şervanên dijbereya Sûriyê û şervanên kurd in.

 

Herwiha 31 hezar û 247 kuştî ji çekdarên biyanî hene ku piraniya wan cîhadî ne. Ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, hejmara kuştiyan gihaye 49 hezar û 106 kesî.

 

Ji aliyê alîgir û milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê ve, 36 hezar û 464 çekdar hatine kuştin.

 

Di nava kuştiyên şerê Sûriyê de, 3 hezar û 191 kuştiyên ku nasnameya wan nediyar e hene. Di nava kuştiyên sivîl de, 11 hezar û 493 zarok û 7 hezar û 371 jin hene.

 

Di nava kuştiyên dibereya de, 38 hezar û 592 sivîlên ku çek li dijî rejîmê hilgirtibûn û 2 hezar 524 serbazên ku ji artêşa rejîmê cudabûbûn hene.

 

Di nava alîgirên hikûmeta Sûriyê de, 838 çekdarên Hizbullaha Libnanî hene.

 

Herwiha 3093 çekdarên şîe ji çend welatên cuda û 32 hezar û 533 çekdarên milîsên xwecihî hene.