Rojava News: Rêxistina terorîst Cebhet El-Nusra zêdeyî 23 welatiyên dirzî li gundên bakurê Idilbê ya li Bakurê Sûriyê qetilkirin.
Çavnkaniyên herêmî diyar kirin ku wan bi çavên xwe dîtine ku çeteyên El-Nusra zêdeyî 23 kesên durzî li gundê Qelib El-oz a Idlibê ya Bakurê Sûriyê qetil kirine.
Di derbarê vê mijarê de Rêxistina Mafê Mirovan ku navenda wê Londone ragîhand “li gundê Qelib El-Loz ji duh piştî nîvor di navbera endamê EL-Nusra û şêniyên gunê Qelih El-Loz a Idlibê gengeşî derket. Rêxistinê destnîşan kir ku di encamê de çeteyên El-Nusra gule li ser şêniyên gund reşandin û bi dehan qetil kirin. Hate gotin ku alozî di navbera herdû aliyan hîn didome.”
Hate gotin ku rêveberê durziya yê Lubnanê Welîd Canpolat mudaxele kir da ku dawî li aloziya heyî bîne. Di heman demê d Partiya Pêşverû ya Kumînist a Lubnanê bûyera gundê Qelib El-Loz şermezar kir û ket nava hewildarnê da ku dawî li nakokiyên bîne da ku aramiya şêniyên gundên herêmê ku piraniya wan durzîne biparêze.
