"Me cinazeyên xwe hîştin û em hatin"

"Me cinazeyên xwe hîştin û em hatin"

Rojava News: Sûriyeyiyên ku ji ber şer û pevçûnê mal û milkên xwe û xizmên xwe terk kirin û hatin, li ber xwe dikevin.

 

Sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê xwe sipartin Tirkiyeyê, ji ber ku ji welatê xwe hatine qewirandin û cinazeyên xwe hîştine û hatine, xemgîn in. 

 

Sûriyeyiyên ku ji ber şerê li Tel Abyada Hesekeya Sûriyeyê yê navbera DAİŞ û komên kurdan direvin, tên û xwe dispêrin Tirkiyeyê.

 

Di 2 hefteyên vê dawiyê da ji 20 hezarî zêdetir penaberan xwe sipart Tirkiyeyê.

 

Sûriyeyiyên ku ji ber şer revîn û hatin, ji ber ku cinazê xizmên xwe defin nekirin û hatin, li ber xwe dikevin. Penaber li bendê ne ku cardin vegerin welatê xwe.

 

Hamad Mistefayê sûriyeyî got ku ev demeke şer li hrêma wan gur bûye û balafir bombeyan direşînin ser avahiyan û avahî tar û mar bûn.

 

Mistefa diyar kir, roja ku ew hatin jî balafiran bombe dibarandin û wiha dewam kir: "Em ji bajarê Deyrîzorê hatin, beriya ku em werin 4 avahî hilweşiyan, 35 kes şehîd bûn. Hemû di bin avahiyan da perçe perçe bûn. Me kir ku em wan derxin, lê quweta me neçûyê. Ji bo ku em xwe xilas bikin, em revîn. Me cinazê 10 zarok û cineke ducanî derxist ku cinazê wan perçe perçe bûbûn. Me miriyên xwe defin nekirin û em hatin."

 

Mahmut ebû-Xaziyê ku ji gundê Tel Abyadê hatiye jî got ku ji ber bombeyan ew nikaribûn biketana malên xwe û 4 rojan li ber sînor man.