Rojava News: Wezîrê Bergirî yê Amerîka ragihand ku, ketina rejîma Sûriyê niha tiştek “li ber deste”, vekişana Esed ji desthilatê jî bi baştirîn bijarde dide zanîn.
Di civîna komîteya hêzên çekdar li Kongressa Amerîka de, Ashton Karter got ku, niha hêzên rejîma Sûriyê rûbirûyê şikestinên meizn bûne û got: “Hêzên fermî tenê li hin navçeyên Şamê û navçeyê Elewiyan li bakurê-rojavayê Sûriyê cih girtine.”
Ashton Karter da zanîn jî ku, Amerîka “dixwaze bi desthilat were veguhestin û rola Esed jî têde nebe.”
Herwiha Karter dibîne ku “vekişana Esed” baştirîn bijardeye ji gelê Sûriyê re “ligel pêkanîna hikûmeteke sûrî ya nû ku pişt bi opozîsyona lîberal girêde.”
Di çend heftiyên borî de, hêzên rejîma Sûriyê rûbirûyê şikestinên berçav ji aliyê çen grûpên opozîsyona Sûriyê ve bûne.
