Sûriye .. 3 welatên cîhanî bikaranîna bermîlên bombekirî şermezar kirin

Sûriye .. 3 welatên cîhanî bikaranîna bermîlên bombekirî şermezar kirin

RojavaNews : Her yek ji Beljîka, Luksimborg û Holanda bikaranîna bermîlên bombekirî ji aliyê artêşa Sûriyê ve, şermezar kirin.

Hersê welatan nameyek derbarê bikaranîna wan bermîlan li dijî sivîlên Sûriyê nivîsandine û 67 welatên din jî li ser nameya wan îmze kirine.

Di nameyê de ku ji serokê Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê re şandin e, hatiye gotin ku meha Gulanê ya herî xwînî bû li Sûriyê.

Her 70 welatan herwiha bombebarankirina taxên Helebê ji aliyê artêşa Sûriyê bi tundî şermezar kirin.

Di nameyê de hatiye diyarkirin ku li gor yasaya navdewletî bikaranîna çeprast ya çekên wek bermîlên bombekirî qedexe ye û ji hikûmeta Sûriyê xwest ku wan êrişan rawestîne.

Balafirên artêşa Sûriyê ev çend sal in ku rojane bermîlên bombekirî davêjin ser navçeyên di bin destê hêzên dijbereyê de û di encamê de bi hezaran welatiyên sivîl hatine kuştin, ji ber ku gellak caran ew bermîl li nava xelkê dikevin.