Rejîmê bi 11 hezar bermîlên teqîner navçeyên Sûriyê kirin armanc

Rejîmê bi 11 hezar bermîlên teqîner navçeyên Sûriyê kirin armanc

Rojava News: Rêxistineke mafên mirovan radighîne ku, di heyama 8 mehan de, firokeyên rejîma Sûriyê bi “11 hezar û 324” bermîlên teqîner, navçeyên cuda ên welêt armanckirine.

 

Li gor daxuyaniyeke Rewanegha Sûrî ya Mafên Mirovanê, ji 20ê Mijdara sala borî ve û heta 20ê Hezîrana îsal “firokeyên rejîma Sûriyê 21 hezar û 173 operasyon encamdane.”

 

Di wan operasyonan de, firokeyan 11 hezar û 324 bermîlên bombekirî avêtine ser navçeyên cuda li “Şamê û derdora wê, Hema, Deraa, Laziqiye, Heleb, Hesekê, Qinêtre, Swêdaa, Dêrezor, Idlib û Himsê.”

 

Ji encama wan êrîşên firokeyan bi bermîlên teqîner jî “3 hezar û 602” hatine kuştin ji wan “831 zarok, 582 jin” hene, tevî birîndarbûna “23 hezar” kesî û wêraniya ku digihe cihê ku ew bermîl lê dikevin û diteqin.

 

Bajarê Helebê, bajarê herî zêde yê ku zirar dîtiye ji wî çekê ku hêzên rejîm Sûriyê (piştî destpêkirina şoreşa Sûriy di sala 2011an de) berhem anîne.

 

Çendîn car jî civaka navdewletî hişiyarî li ser bikranîna wî cûreyê çekan daye rejîma Sûriyê, lê heta niha bikaranîn bermîlên teqîner berdewam e.