DAİŞê dive qefesê de mirov îşkence dikirin û serjê dikirin

DAİŞê dive qefesê de mirov îşkence dikirin û serjê dikirin

Rojava News: Rêxistina DAIŞ’ê ji Til Ebyad (Girê Sipî) hatin derxistin, lê şopên hovîtiya wan hîn maye. Di qefeseke ku li nava bajar hatine çêkirin de, çeteyan îşkence li kesan dikirin û ew serjê dikirin.

 

Li Til Ebyadê, li ser çerxerêya cadeya ku di nava bajar re derbas dibe, qefesek derdikeve pêşberî we. Li gorî agahiyên ku şêniyên bajar dane, çeteyên DAIŞ’ê ev der kiribû dojeha mirovan. Lewre tu kesî nediwêriya di vir re derbas bibe.

 

Li gor ku welatiyan gotine terorîstên DAIŞ’ê kesên wekî dijberên xwe didîtin an jî bi sîxuriya hêzeke din tawanbar dikirin, di anîn vir û îşkence li wan dikirin. Hinek ji wan bi rojan di vir de dihiştin. Lê gelek ji wan jî li ber çavên hemû kesî serjê dikirin. Her wiha seriyên gelek kesên ku kuştine jî li ser hesinên vê derê didaliqandin.

 

Gelê herêmê, niha dema di vir re derbas dibe, tiştên ku bi çavên xwe dîtine vedibêjin.