Çekdarên El-Nûsra 8 kurd berdan

Çekdarên El-Nûsra 8 kurd berdan

Rojava News: Çekdarên Bereya El-Nûsra 8 girtiyên kurd, ku li bajarokê Binişê yê parêzgeha Helebê di destê wê rêxistinê de bûn, berdan.

 

8 welatiyên kurd ku ji aliyê çekdarên Bereya El-Nûsra ve hatibûn revandin, rizgar bûn. 4 şofêrên kurd hêj li Binişê li cem El-Nûsra girtî ne. Ev jî navê wan e: Bengîn, Reşad, Cemal û Beşîr.

 

Ev jî navê wan kesên ku hatine berdan: Kawa Hisên ji gundê Kokan, Reşîd Qire ji gundê Musaka, Ednan Xelîl Silêman ji gundê Sinare, Mihemed Menan Îsmaîl ji gundê Birbena, Hesen Memo ji gundê Sînka, Nebîl Telet Hesen ji gundê Kurda, Ferhan Izet Hesen ji gundê Kimrok û Şikrî Hesun Mehmûd ji gundê Elî Caro.

 

Çekdarên Bereya El-Nûsra beriya niha 60 kurd li Binişê ji ser rêya Heleb-Efrînê di dawiya meha borî de revandibûn û li hember berdana wan girtiyan daxwaz ji hêzên kurdî li Efrînê kiribûn ku birayê serkirdeyê El-Nûsra, Ebû Hemam berdin.