Beşar Esed: Em dê hewil bidin ku bermîlên teqîner kêmbikin

Beşar Esed: Em dê hewil bidin ku bermîlên teqîner kêmbikin

RojavaNews : Serokê rêjîma Sûriyê ragihand ku ew dê hewla kêmbûna Bermîlên Teqîner bide.

Çavkaniyên ji koşka serokatiya Sûriyê behsa wê yekê dikin ku Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed ji nûnerê Neteweyên Yekbûyî UN      De Mistura re gotiye: “Kêşe li gel opozisyonê li Sûriyê pêşî bi çareseriya leşkerî durust dibe û piştre bi çareseriya siyasî.”

De Mistura ji Serokê Rêjîmê xwestibû ku bermîlên teqîner rawestînin, beşek ji girtiyên siyasî azadbikin û rêyên azad bo navçeyên dorpêçkirî re peydabikin, lê belê Beşar Esed ev daxwaz red kirine û gotiye: “Erkê dewletê ye ku têrorê jinav bibe.”

Herwiha serokê rêjîma Sûriyê bikaranîan bermîlên teqîner red kirbû û gotibû em dujminan rokêtbaran dikin û got jî: “Hemî artêşên cîhanê van rokêtan bikartînin, lê em dê hewil bidin wan kêm bikin.”