Artêşa rejima Sûriyê 10 km nêzîkî Tedmurê bu ye

Artêşa rejima Sûriyê 10 km nêzîkî Tedmurê bu ye

Rojava News: Hêzên Hikûmeta Sûriyê nêzîkî Tedmurê dibin û tenê 10 kîlometir mane ku bigihîn wî bajarî

 

Çavkaniyên xwecihî li nêzîkî bajarê Tedmurê ragihandin, piştî belavbûna nûçeya mînkirina şûnwarên Tedmurê ji aliyê DAIŞê ve, artêşa Hikûmeta Sûriyê hêzên xwe ber bi wî bajarî ve livand û niha ew hêz tenê 10 kîlometran ji bajêr dûrin.

 

Heman çavkaniyan anîn ziman, ku hêzên rejimê karîne çekdarên DAIŞê ji navçeya Biyarat derxînin û bi wê pêşketinê hêzên rejimê dê karibin rêya veguhestina petrolê ji zeviyên Cezilê jî kontirol bikin.

 

Herwiha çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku Hikûmet bi girîngiyekê mezin li wan navçeyan dinêrî, ji ber ku parzûngehên petrolê û sentralên çêkirina elektirîkê li wê navçeyê hene.

 

Têzanîn ku ji meha Gulana derbasbûyî ve, bajarê Tedmurê yê ku bi şûnwarên xwe navdar e, ketibû destê çekdarên DAIŞê.