Rojava News: Hat ragihandin rêxistina DAIŞê ji kurdên li bajarê Reqayê ya Sûriyê dijîn xwest ew ji bajêr derbikevin.
Rêxistina DAIŞê ji kurdan xwest ku di nava 3 rojan de ji Reqqayê derkevin.
Li gor zanyariyan; çekdarên DAIŞê dibêjin ku ev tedbîreke ewlekarî ye û ji kurdan xwestin ku ber bi aliyê Tedmur û Humsê ve biçin.
Piştî ku hêzên Volkana Ferat û Hêzên Kurd bajarokê Eyn Îsa kontrol kirin, tirsa DAIŞê ji pêşveçûna hêzên kurdî bi aliyê Reqayê ve zêde bû û bi taybetî jî ditirsin ku niha hêzên Volkana Ferat berê xwe bidin bajarokê Sirrîn ê Reqqayê.
