RojavaNews :Di encama topbarankirina balafireke rejîma Esed mizgefteke bajarê Helebê 16 kes hatin kuştin.
Duh, Di dema ku welatiyên taxa Ensarî ya bajarê Helebê limêja Mexribê dikirin, balafireke rejîma Esed bi bermîleke teqîner ew mizgeft topbaran kir û di encam de 16 kes hatin kuştin ku melayê mizgefê û zarokekî kêmî 10 salî di nava wan de hebû û hejmarek birîndar ketin ku piraniya wan birînên wan giran in.
