Li Hesekî şer didomê

Li Hesekî şer didomê

Rojava News: Li bajarê Hesekê, DAIŞ’ê pêşde çû û hin cîh  bi dest xistin.  Li herêmê şer didome.

 

Li gorî agahiyên  hatine wergirtin, çeteyên DAIŞ’ê îro serê sibehê li Hesekê êrîşî taxa Neşwa Şerqî ya di bin kontrola hêzên rejîmê de kirin. Di pevçûnan de nexweşxaneya zarokan, navenda ceyranê, zankoya fen û wêjeyê û navenda ciwanan ketin destê DAİŞê.

 

Li herêmê şer didome û balefirên şer ên rejîmê herêmê bombebaran dikin.