68 leşkerên Esed li Hemayê hatin kuştin

68 leşkerên Esed li Hemayê hatin kuştin

RojavaNews : Çekdarên rêxistina DAIŞê li parêzgeha Hemayê 68 leşkerên Esed kuştin.

 

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê daxuyaniyekê de ragihand: “Zêdetirî 68 leşkerên Esed û çekdarên alîgirê wê di êrişeke çekdarên DAIŞê li Hemayê hatine kuştin.”

 

Li gorî heman rêxistinê, çekdarên DAIŞê êrişî 3 xalên kontrolê yên rêjîmê li navçeya Şêx Hilal ya bakurê rojhilatê Hemayê kirin.

 

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Di nava 20 heta 22 vê mehê de derdora 74 leşkerên artêşa Esed û hêzên alîgirê wî di êrişên DAIŞê li Hemeyê li ser navend û xalên kontrolê yên artêşê de hatine kuştin