RojavaNews : Li Suriyê rêxistina cîhadî ya Artêşa Îslamî, dîmenên kuştina 18 endamên DAIŞê belavkir. Di dîmenan de tê dîtin ku şêweya kuştinê heman awayê DAIŞê ye.
Li Suriyê rêxistina cîhadî ya bi navê Artêşa Îslam, 18 endamên DAIŞê kuşt. Dîmenên kuştina DAIŞê yan di torên civakî de jî hatine parvekirin.
Li gor nûçeya AFP, di dîmenên 20 xulek de tê dîtin ku înfaz bi şêwazê DAIŞİ-ê pêkhatiye. Endamên Artêşa Îslam cilên purteqalî li xwe kirine û çekdarên DAIŞê jî, bi cilên reş û destên kelepçekirî têne dîtin.
Beriya niha DAIŞê serê 3 endamên Artêşa Îslamî birîbû. Li gor nûçeyê rêxistina navborî ev kiryar bi armanca tolhildanê pêkaniye.
Di dawiya îmenan de ku li Şamê hatiye tomarkirin, ser 18 endamên DAIŞê tên kuştin
