RojavaNews : Li Helebê di navbera çekdarên Cebhet El-Nusra û hêzên rêjîma Sûriyê de şerekî giran derket û di encamê de 35 çekdarên El-Nusra hatin kuştin.
Çekdarên Cebhet El-Nusra û hin komên din ên dijbereya Sûriyê, Odeya Çalakiyan a rizgarkirina Helebê ava kirin.
Çekdarên wê odeyê zêdetirî 400 topên hawanê avêtin taxên di bin destê hêzên rêjîmê de û hêzên rêjîmê jî herêmên di bin kontrola çekdarên dijbereyê de bombebaran kirin.
Di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên dijbereyê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.
Di taxên Cemiyet El-Zehra ya li rojavayê Helebê, Lêremûn, Raşidîn, Şîhan û derdora kela herêma Sebih Behrat şerekî giran qewimî.
Li gorî agahiyên rêxistina Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê, di wî şerî de 35 çekdarên El-Nusra hatin kuştin.
