RojavaNews : Balafirên hevpeymanan duh bi şev heta niha li bajarê Reqa ya Suriyê çeper û pêgehên DAIŞ’ê bombebaran dikin.
Rawêjkarê Hêzên Hevpeymanê Thomas Gilleran diyar kir ku şevê din balafiran 16 caran li Reqayê daye.
Gilleran daxuyand ku eve berferehtirîn operasyona esmanî ye ku li dijî rêxistina tundrew a DAIŞ’ê tê encamdan û got ku di operasyonê de rêyên hatin û çûna DAIŞ’ê jî têne bombebarankirin
Rewangeha Suriyê ya Mafê Mirovan jî ragehand ku di êrîşên esmanî de 23 çekdarên DAIŞ’ê mirine .
