RojavaNews :Hêzên “Feyleq Rehman” ku ser bi opozîsyona sûrîyê ve ne dîyar kir; di çarçeveyê çalakîyên serbazî yên wan da, çend deverên Şamê kontrol kirin.
Feyleq Rehman, hêzeka opozîsyona Sûrîyê daxwaniyek belav kir û têda hatîye, hêza me êrîş kir ser çend deverên Şamê paytexta Sûrîyê û çendîn deverên stratejîk li devera Cubar ya rojhelata wî bajarî kontrol kirin.
Herwesa di ragîhandinê da hatîye; hijmareka mezin ya artêşa bi ser rejîma Esed ve bi rêya teqandina bomebeyeka çandî li bin kargeheka Sabonê, hatine kuştin.
