RojavaNews :Şer û pevçûnin dijwar di nav şervanên opozisyona Sûrî û hêzên rêjîma Esed derket di taxên (Sulêman El-Helebî û Saxûr) de li Helebê, û di encamê de hin kuştî û birîndar ji hêzên rêjîma Esed hene.
Ji aliyekê din ve şer û pevçûn, duh roja çarşemê, di navbera odeya Burkan El-Furat û çekdarên DAIŞê de qewimîn, li derdorî bajarokê Sirîn li gundewarê Helebê yê rojhilat.
