Du berpirsên DAIŞ û El Nusra hatin kuştin

Du berpirsên DAIŞ û El Nusra hatin kuştin

RojavaNews : Rewangeha Mafê Mirovan a Suriyê daxuyand ku di encama bombebarana balafirên Amerîkayê de li Reqayê berpirsek DAIŞ’ê û li İdlibê jî berpirsek El Nusrayê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya Rewangeha Mafê Mirovan a Suriyê ku navenda wî li Londonê ye, balafirên bê mirov ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li bajarê Reqaya Suriyê, berpirsek payebilind ê DAIŞ’ê kuştiye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev berpirsê DAIŞ’ê bi rêgez Ozbekî bûye.

Ji aliyê in ve rewangehê ragehand ku balafirên şer ên DYA li bajarokê Kifar Daryan a ser bajarê İdliba Suriyê, otomobîla ku berpirsên rêxistina El Nusra têde bûn topbaran kir .

Li gor daxuyaniyê de di nava otomobîlê de 6 berpirsên vê rêxistinê hebû û ji wan yek jî berpirsê payebilid ê El Nusra yê bi navê Ebû İslam el Hemawî bû ye.