Rojava News: Li Sûriyê di encama bombebarana balafirên şer de waliyên Hesekê û Dêrezorê yên DAIŞê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ajansa: şeva borî balafirên şer ên hêzên hevpeyman li ser rêya navbera bajarên Hesekê û Dêrezorê li otomobîleke DAIŞê dan.
Li gorî agahiyan, di encamê de komek çekdarên DAIŞê yên ku di otomobîlê de bûn, hatin kuştin.
Hat zanîn ku di nav kuştiyan de, waliyê Hesekê yê DAIŞê Ebû Usame el Iraqî û waliyê Dêrezorê yê DAIŞê Amir el Refdan jî hebûne.
Ebû Usame el Iraqî sala 2013ê derbasî herêma rojhilatê Sûriyê bibû û pêwendiyên wî û Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî jî pir bihêz bûn.
Amir el Refdan jî ku li Sûriyê ji dayîk bibû, yek ji rayedarên rêxistina Cebhet el Nusrayê bû lê sala 2014ê 5 milyon dolarên wê rêxistinê bir û reviya nav DAIŞê.
Rêxistina DAIŞê ji parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê re dibêje “wîlayeta Bereketê” û ji parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê re jî dibêje “wîlayeta Xêrê”.
