RojavaNews :Duh Şanderê Navdewletî bo kirîza Sûriyê Staffan De Mistura li gel nûnerên enya başûr li sûriyê civiya.
Ew civîn piştî wê yekê tê ku berî dû meha 33 grupên dijberiya sûriyê vexwendina De Mistura jibo dan û standinên ku li Cinêfê hatiya encamdan red kirin, ev civîna han hevdem ligel seredana De Mistura ji bo çend welatên 'Erebî tê û li gorî berdevka nûnerê taybet ji bo sûriyê Staffan De Mistura dawiya vê mehê destlêdanên xwe yê dawiyê derbarê raporta xwe ya taybet bi çareseriya kirîza sûriyê deyne.
