RojavaNews :Di encama êrîşên balafirên rêjîma Esed li bajarê Erbîn li gundewarê Şamê, Deh welatiyên sivîl hatin kuştin û bi Dehan jî birîndarbûn, ku di nava wan de zarok hebûn.
Her wiha balafirên rêjîmê êrîşin esmanî li ser bajarên Zemelka û Neşabiyê , Li Xûta El-Şerqiye, pêk anî û di encam de gelek ziyanên madî hebûn.
Ji aliyekî din ve, balafiran êrîşî bajarê Zebedanî, li gundewarê Şamê yê Rojava kirin, ku ew êrîş di demekê de bû ku şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Opizisyonê û rêjîma Esed bi piştgirtiya Hizibullah li derdorî Bajar derketbû.
