Kuştî bi êrîşên esamanî li ser Heleb û gundewarê wê

Kuştî bi êrîşên esamanî li ser Heleb û gundewarê wê

RojavaNews :Balafirên rêjîma Esed, duh Sibehê êrîşî taxên Bab El-Hedîd û Saxûr û Terîq El-Bab kirin, bi bombeyên goşîner û di encam de gelek ziyanên madî  hebûn.

Li aliyekî din ve Pênc welatiyên sivîl hatin kustin û hin birîndar ketin di encama avêtina balafirên rêjîmê ji bermîlên teqîner re li ser bajarokê Kefer Dail, û her wiha zarokek hat kuştin di êrîşek balafirên şêr yên rêjîmê li ser gundê Dêr Hafir û gundê Îmam.

Her wiha balafirên şer yên rêjîmê êrîşî bajarê babê kirin, û di encam de welatiyek sivîl  hat Kustin û yek birîndar ket.