RojavaNews :Berdevkê nû yê wezareta derve ya Emrîkayê " John Kirby " got ku serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed sedema serekeye ji berfirehya metirsya rêxistina DAIŞê li ser Sûriyê.
Di malpera xwe ya Tweterê de Kirby belav kirye ku Esed sedema serekeye ji zêdebûna metirsya DAIŞê li ser Sûriyê.
Di heftiya borî de jî serokê wîlayetên yekgirtî yên Emrîkayê Barack Obama gotbû ku peydabûna hikûmeteke Sûrî yek girtî bêy Esed gerentîye ji bo têkbirina rêxistina DAIŞê li Sûriyê.
Tê zanîn ku welatê Emrîkayê li gele çend welatên din hevpeymanyeke esmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîne û pêgehên wê li Sûriyê û Eraqê bombebaran dikin.
