Rejima Sûriyeyê bila 'bombeyên warîlê' bi kar neyne

Rejima Sûriyeyê bila 'bombeyên warîlê' bi kar neyne

Rojava News: Neteweyên Yekbûyî bangî rejima Sûriyeyê kir û ji wan xwest ku bila bombeyên warîlê bi kar neyîne.

 

Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra bangî hêzên rejimê kir û ji wan xwest ku bila bikaranîna bombeyên warîlê bidin sekinandin.

 

Ofîsa Cenevreyê ya NYyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de cih da fikr û ramanên Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NYê Staffan de Mîstûra û bal kişand ser êrîşên ku hêzên rejimê bi bombeyên warîlê dibin ser bajarê Zabadanê.

 

Ji ber êrîşên tên lidarxistin, de Mîstûra qisawetên xwe parve kir û got: "Lazim e ku hemû alî sivîlan biparêzin. Rejima Sûriyeyê jî divê dev ji bikaranîna bombeyên warîlê berde û dawiyê lê bîne."

 

NYyê diyar kir ku ji ber bikaranîna bombeyên warîlê gelek zirar digihêje derdorê û sivîl dimirin, ev yek ji hêla çavkaniyên herêmî ve tê piştrastkirin.

 

Hat ragihandin ku sivîl di nav şerê rejim û muxalifan de dimînin.