Ji Şamê bo pêşkeşkarekî Aljazeera ferman

Ji Şamê bo pêşkeşkarekî Aljazeera ferman

Rojava news: Dadgeheke ser bi Hikûmeta Sûriyê ve bi tohmeta “piştevaniya li terorê, dijayetiya welat û derxistina tevliheviya mezhebî”, fermana bidarvekirinê bo rojnamevanê sûrî yê televizyona Aljazeera Fêsel Qasim derxist.

 

Ew cezayên ku bo Fêsel Qasim hatine derxistin pêkhatine ji: Zindanîkirin, cezayên darayî û bidarvekirinê.

 

Di dawiyê de cezayê bidarvekirinê li ser rojnamevan û pêşkeşkarê sûrî hatiye pesendkirin.

 

Herwiha di fermanê de jî hatiye ku aliyên pêwendîdar ên hikûmetê destê xwe deynin ser hemû milk û malên wî yên li Sûriyê û hemû têkevin bin destê dewletê.

 

Ligel derketina wê biryarê, çalakvanên wî welatî li ser malperên civakî piştevaniya xwe bo Fêsel Qasim nîşan dan, lê heta niha wî bi xwe ti daxuyanî li ser vê biryarê nedaye.

 

Fêsel Qasim rojnamevanekî sûrî ye û xwedî nasnameya brîtanî ye û xwedî kesatiyeke cîhanî ye. Ew rojnamevan wek pêşkeşkar di televizyona Aljazeera de kar dike û programekê bi navê Îtîcah Muakis bi xwe pêşkêş dike.

 

 

Qasim dijayetiya rêjîma Sûriyê dike û xwe wek dijbere dibîne.