Sûrya.. Nêzîkî 10 Milyon Sûrî dibin gefa kêmbona xwarnê dene

Sûrya.. Nêzîkî 10 Milyon Sûrî dibin gefa kêmbona xwarnê dene

RojavaNews: Rêxistna Neteweyên Yekgirtî ya taybet bi karobarên xwarin û çandinyê " fawu" û programa xwarnê ya cîhanî tekezî li ser wê yekê diken ku nêzîkî 10 Milyon Sûrî dibin gefa kêmbûna xwarinê dene û daxwaza alîkaryekî bilez ji bo vê yekê kirin.

Li gorî herdû Rêxistnên navburî ku şerê navxoyî li Sûriyê bandorek bihêz li ser warê çandinyê kirye û ev yek jî bo sedema kêmbuna xwarnê û kirîza abûrî li nav welatê Sûriyê de.

Li gorî amarên Rêxistna faw û programa xwarnê ya cîhanî rêjeya genim li Sûryê di sala 2015an nêzîkî 2.5 Milyon û nîv ten bûn û ev rêje jî 40 % ji salên berî şer kêmtre.

 herdû Rêxistnan herweha bal kşandne ser samanên ajelî û dibêjn ku biqasî 50% ziyan gehiştye van samanan.

 Li gorî raporta herdû rêxistnan rêxistna faw û programa xwarnê ya cîhanî ku piştî ketna nerxê lêreya surîy buhayê  kelûpelên xwarinê jî giran bûne bi taybet nan.

 di dawya raportê de herdû Rêxistnan daxwaz ji hemû alyê derve yên peywendîdar herweha welatên hevkar kirin ku destê alîkaryê biden çutkarên Sûrîy ji bo çandna zevyên xwe diwerzê bê yê çandinyê de.

Elî Sedûn