Berpirsê ragihandina milîşiya pervaniya niştimanî hate kuştin

Berpirsê ragihandina milîşiya pervaniya niştimanî hate kuştin

RojavaNews :Şerekî giran di navbera Hêzên dijberiya sûriyê û hêzên bi ser rêjîma Esed li taxa Cober li Şama paytext derket, û di encamê de berpirsê ragihandina milîşiya pervaniya niştimanî yê bi nave "Thayr Elaclanî" hate kuştin.

Herwiha Hêzên dijberiyê hin berpirsên pile bilind yên hêza bi ser rêjîma Esed ve yên bi nave )Hesen Qentar, Samir Mefhos û Elî Mihemed( di heman şerî de  kuştin.

Thayr Elaclanî ji bilî karî wî di ragihandina mîlîşiya pervaniya niştimanî de, ew wekû peyamnêrê  radio Şam FM tê nasîn.

Nalîn Hesen