RojavaNews :duh sibeha Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê digel Balyozên Hevalên Sûriyê rûniştin.
Herdu alî hindek mijarek din gotûbêj kirin ku ya giring ewbû ku Hevbendiyê doz li balyozan kirin ku daxwazên wan bigihînin Paytextên Welatê xwe û kar ji bo piştgiriyeke navdewletî ji şoreşa Sûriyê re peyda bikin û fişarê bidine ser Rêjîma Îranî û ya Sûrî ji bo li çareseriya siyasî vegerin li gora ku daxuyaniya Cinêvê cîbicî bibe, da desteyeke desthiltdara veguhêz ku karibe bi hemû karûbaran rabe damezirînin da ku karibe tiroristiyê têk bibe.
