ElNusra 5 şervanên dijbereyê yên ku ji aliyê Amerîka ve hatine perwerdekirin girtine Digire

ElNusra 5 şervanên dijbereyê yên ku ji aliyê Amerîka ve hatine perwerdekirin girtine Digire

RojavaNews :Cebhet El Nusra Şaxê El Qayîde li Sûrîyê bi kêmî 5 şervanên dijbereyê yên ku ji aliyê Amerîka ve hatine perwerdekirin girtine.

Rawangeha Sûriyê ya mafên mirovan ragihand ku di navbera Dûşem û Sêşemê de, Cebhet el Nusra bi kêmî ve 5 şervanên dijbereyê li gundê Qah yê nêzîk sînorê Tirkîyê girtine.

Li gorî rawangehê Cebhet el Nusra hefteya borî jî bi kêmî 8 şervanên dijbereyê yên ku ji aliyê Amerîka ve hatine perwerdekirin girtibûn.

El Nusra hinek deveran li parêzgeha Îdlib ya bakurê rojavayê Sûrîyê kontrol dike. Ew jî wekî DAIŞ dixwaze dewleteke Îslamî li Sûrîyê ava bike.